Li Bazarcixê ji ber rabûna bahozê herî kêm 20 kes birîndar bûn
Li navçeya Bazarcixa ji ber rabûna bahozê gelek konteynir û konan zirar dîtin, herî kêm 20 mexdûran erdhejê birîndar bûn.
Li navçeya Bazarcixa ji ber rabûna bahozê gelek konteynir û konan zirar dîtin, herî kêm 20 mexdûran erdhejê birîndar bûn.
Li navçeya Bazarcix ku navenda erdheja 6’ê Sibatê li Mereşê rû da bû, ji ber bahoza rabû konteynir û konan zirareke mezin dîtin. Hate hînbûn ku di encama hilweşîna konteynirên li dora Cemxaneyê de herî kêm 20 mexdûrên erdhejê birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku ji birîndaran rewşa Nesîmî Çagman ê 20 salî girane û bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê.