ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- KON-MED'ê serdegirtina polîsan a li NCDK a Darmstadtê şermezar kir û li dijî polîtîkayên krîmînalîzasyonê bang kir ku her kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya roja Pêncşemê (îro) saet di 18:00 a li ber NCDK a Darmstadtê bibin.

- Ji namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar got, "Têkiliya vê herêmê ya bi Tayyîp Erdogan re ew e ku bi kelecaneke mezin li benda roja çûyîna wî ye. AKP û Tayyîp Erdogan êdî li vê derê qediya ne."

- Alîkarê Serokê Giştî yê Keskên Swîsreyê Nîcolas Walder got, "Ji bo guhertina rejîma heyî, hêviya yekane helwesta tevgera Kurd e. Di vê hilbijartinê de dengê hilbijêrên Kurd wê diyarker be."

- Namzeta Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê Sûltan Yaray diyar kir ku wê li ser mijarên Kurdî, girtiyan, jinan, ekolojiyê bixebitin û got, "Em ê bi gel û saziyan re projeyan ava bikin."

- Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan Zeynel Abîdîn Koç destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo welatiyên azad bi Partiya Çepên Kesk bi namzetê xwe yê Stenbolê Celal Firat bigihînin meclîsê.

- Endama Meclîsa Partiyê ya PKK'ê Rengîn Botan destnîşan kir ku endamê Konseya Leşkeriyê ya HPG'ê Fazil Botan di pêvajoyên herî krîtîk ên têkoşînê de pêşengî kir.

- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û xwest, azadî, edalet û wekheviyê bi xwe re bîne.