Salek û 9 meh ceza dan rojnamevan Guleş
Rojnamevan Mehmet Guleş ê ku jinûve hate darizandin, bi salek 9 meh û 25 rojan hate cezakirin.
Rojnamevan Mehmet Guleş ê ku jinûve hate darizandin, bi salek 9 meh û 25 rojan hate cezakirin.
Rojnamevan Mehmet Guleş ji ber nûçeyên li ser medya dîjîtal parve kir, bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kiriye' 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn û piştî ku ceza hate betalkirin, darizandinê jinûve destpê kir.
Rûniştina duyemîn a darizandinê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Xarpêtê pêk hat. Guleş û parêzerê wî Resûl Temûr ji Edliyeya Amedê bi sîstema deng û dîmen tevlî rûniştinê bûn.
Dozger xwest ku rojnamevan Guleş bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kiriye' bê cezakirin.
Heyeta dadgehê jî salek 9 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li Guleş birî.