'Dengê xwe nedin pîvazê!'
Afîşa "Dengê xwe nedin pîvaza ku kîloya wê 30 TL ye" ya li standa Partiya Çepên Kesk a li Kadikoya Stenbolê, gelekî bala gel dikişîne.
Afîşa "Dengê xwe nedin pîvaza ku kîloya wê 30 TL ye" ya li standa Partiya Çepên Kesk a li Kadikoya Stenbolê, gelekî bala gel dikişîne.
Ji hilbijartina 14’ê Gulanê re tenê çend roj man. Standa Partiya Çepên Kesk a li Kadikoyê li hemberî îskeleya Beşîktaşê ye. Afîşa ‘Dengê xwe nedin pîvaza ku kîloya wê 30 TL ye’ gelekî balê dikişîne. Ev poster ji bo gelek kesan eleqeyek mezin e. Ji ber ku her kes nerazîbûnê nîşanî enflasyona bihayê pîvaz û xwarinan dide, ev afîş balê dikişîne.
Ciwan jî eleqeyeke mezin nîşan didin. Peywirdarên li ber standê diyar dikin ku ciwan gelekî zêde eleqeyê nîşanî Partiya Çepên Kesk didin.
Eleqeyek zêde heye, lê li Kadikoyê pêdiviya Partiya Çepên Kesk bi xebatkarên dildar heye. Ji bo xebatên dildarî li standê bang tê kirin. Di heman demê de ji bo ewlekariya sindoqan jî bang tê kirin.
Li aliyê din kesên ku nifûsa xwe neanîne Stenbolê û wê li bajarên xwe dengê xwe bidin jî wê derfetên çûnûhatinê were avakirin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk a Kadikoyê bang li gel dikin ku bila xwe bigihînin wan.