ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Kocakaya diyar kir ku her wekîlên ji Meletiyê bêne derxistin wê li welêt guhertinê bike û got, "Em li ber pêkanîna serketineke dîrokî ne. Em bi biryar in û ji guhertinê re amade ne."
- Ji namzetên parlamenteriyê yên Wanê Taylan Ertaş ê ji Partiya Çepên Kesk got, "Di 14'ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk ku partiya gelan e wê li Wanê hemû parlamenteran bi dest bixe. Ji 8'an wê 8 wekîlan werbigire."
- Ji Kurdistanê û çar aliyên cîhanê ji bo têkoşîna azadiyê hatin Rojava. Hin jê birîndar bûn, hinek jî şehîd ketin. Hemûyan şopek li pey xwe hiştin. Hinekan pêlava xwe, hinekan kefiya xwe, hinek jî bi ruhekî mezin xwedî li belgeya şehadetê derketin.
- Li mezintirîn gola bi soda ya cîhanê li Gola Wanê, ji ber dema hêkkirinê ya Masiyên Gola Wanê ye, nêçir hate qedexekirin. Lê belê çemên ku bi ser golê ve diherikin li ber ziwabûnê ne, yan jî bûne mîna sergo.
- Gundê Qeramêl yek ji kevintirîn cih e ku mirov lê bi niştecih bûne. Dîroka wê vedigere 11 hezar sal beriya zayinê.