Rêxistinên hiqûqê: Li Hatayê leşkeran êşkence li hempîşeyên me kirin
Rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku li Hatayê leşkerên Tirk êşkence li parêzeran kirin û li Îzmîrê gilî kirin.
Rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku li Hatayê leşkerên Tirk êşkence li parêzeran kirin û li Îzmîrê gilî kirin.
Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxên Îzmîrê û Koma Îzmîrê ya Hiqûqnasan, li ser êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî parêzeran a li navçeya Samandag a Hatayê daxuyanî dan. Civîn li avahiya ÇHD'ê pêk hat û rêvebera ÇHD'ê ya Îzmîrê Besta Salman lê axivî.
Salman anî ziman ku karên rakirina enqazê zerareke cidî da xelkê herêmê û got, "Gel nobeda jiyanê digire û bi vî rengî hewl dide nerazîbûna xwe bigihîne rayedaran. Lê belê jenderme û hêzên ewlekariyê bi êrîşên giran bersivê didin daxwazên mafdar ên gel ên mexdûrên erdhejê. Rêxistinên me ku ji avabûnê û vir ve li pişt daxwazên mafdar ên gel in, li hemberî van êrîşên giran ên li ser nobedên jiyanê, ji xwe re kirine wezîfe ku li kêleka gel cih bigirin."
Salman ragihand ku di 2'ê Nîsanê de li pêşiya Yeşîlkoy a Samandagê, parêzer çûn herêmê ji bo muwekîlên xwe yên di nobedê de hatin destgîrkirin, lê belê êrîş li wan jî hate kirin û got, "Nêzî 10-15 jendermeyan êrîş birin ser parêzer Aytekîn Aktaş û êşkenceyeke giran lê kirin. Ji muwekîlê xwe yê di wesayita destgîrkirinê de bû hate dûrxistin, heta ku kincên wî biqetin bi rengekî giran lê dan, gefa kuştinê lê xwarin, bi kelepçekirinê demeke dirêj êşkence lê kirin û piştre berdan. Piştî ku hate berdan ji ber ku navê êşkencekaran û plaqeya wesayita wan not kir, cara duyemîn bi rengekî komî lê xistin."
Salman bi dewamî got, "Ev êşkence li dijî hiqûqê, parêzeriyê, li dijî mafê jiyanê yê gel hatiye kirin. Ji bo hesabê vê zilmê bê pirsîn me gilî kir. Em ê hesab ji êşkencekaran bipirsin. Mîna ku gelê ku di nobeda jiyanê de dibêje 'Narîhna nehna hûn', em neçûn, em li vir in."