Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara destgîrkirinê hatibû dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatibûn destgîrkirin. Rojnamevanên ku hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Li dadgehê rojnamevan Bêrîtan Canozer, Abdurahman Gok, Remzî Akkaya û Mehmet Şah Orûç hatin girtin.