TBB û serokên baroyên gelek bajaran li Amedê ne
Serokê TBB' Erînç Sagkan û serokên baroyên li Kurdistanê ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatin Amedê.
Serokê TBB' Erînç Sagkan û serokên baroyên li Kurdistanê ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatin Amedê.
Di operasyonên qirkirina siyasî de ku di 25'ê Nîsanê de ji Amedê destpê kirin û li 21 bajaran hatin meşandin rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de herî kêm 128 kes hatin destgîrkirin.
Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya 3'emîn a Amedê çend hefte beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê biryara destgîrkirina 216 kesan dabû.
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, serokên baroyên Mûş, Riha, Semsûr, Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Wanê ji ber destgîrkirinan li Amedê li hev kom bûn.
Tê payin ku heyet ji bo agahiyê li ser operasyonê werbigire hevdîtinê bi meqamên lêpirsînê bike.
Li gorî agahiyan piştî hevdîtinê wê Sagkan û serokên baroyan daxuyaniyê bidin.