Hejmara kesên li Amedê dîl hatin girtin derket 19’an- HATE NÛKIRIN
Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dîl hatin girtin, derket 19'an. Hejmara kesên hatine berdan jî 18 ye.
Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dîl hatin girtin, derket 19'an. Hejmara kesên hatine berdan jî 18 ye.
Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216'an kesan de biryara destgîrkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 128 kes hatibûn destgîrkirin. Ji kesên destgîrkirî 19 kes hatin girtin.
Rojnamevan Mehmetşah Orûç, Berîtan Canozer, Abdûrrahman Gok û remzî Akkaya bi îdiaya "endamtiya rêxistinê"" hatin girtin. Piştî rojnamevanan 8 kesên din jî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Cotkar Amara, Mehdî Kaya, Hamza Cihangir, Hasret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahin Biçimli, Hakim Kaya, Mikail Barut ûTacettin Araz jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt.
Ji parêzerên hatin binçavkirin Eylul Ozgultekîn, Gûrbet Ozbey û Jiyan Sametoglû hatin berdan.
Her wiha ji şanogerên ku hatibûn binçavkirin Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Ramazan Kaval, Talip Turan, rêveberê Komeleya 78'an Abdulgani Alkan, Avaşin Yanar Tarık Adanır, Talip Turan, Muslum Şahinsoy, Suleyman Avci, Havva Canaoglu, Zeynep Demir, Seyit Uzbaş bi şertê kontrala edlî hatin berdan.