Di meha 136’an de daxwaza edaletê ya ji bo Roboskê hate dubarekirin
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskiyê, kesên di qetlîama balafirên şer ên dewleta Tirk a di dawiya sala 2011’an de hatibûn qetilkirin bi bîr anî, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskiyê, kesên di qetlîama balafirên şer ên dewleta Tirk a di dawiya sala 2011’an de hatibûn qetilkirin bi bîr anî, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.
Di 28’ê Kanûna sala 2011’an de di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatibûn qetilkirin.
Gelê Roboskiyê ev 12 sal in ji bo berpirsyarên komkujiyê bên darizandin têdikoşin.
Înîsiyatîfa ji bo Roboskiyê Edalet di meha 136’an de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, ji bo Roboskiyeke din na” hatibû vekirin.
Ji Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Tanju Gunduzalp di axaftina xwe de wiha got: “Bi vê êşa ku ev 136 meh in ranaweste; Gundek, gelek, civakek, welatek hemû li edaletê digerin. Di 591 hefteyên ku li ser wê şevê re derbas bûne de hiqûq winda ye, edalet firar e, her kes bêdeng e. Piştî komkujiyê 4 hezar û 139 roj derbas bûn lê hê jî edalet tune ye.”
Gunduzalp bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê û got, “Îro ku em ber bi pêvajoya hilbijartinê ve diçin, bêedaletî, bêhiqûqî, bêaştî û zextên dewletê dewam dikin; Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, rojnamevan, hunermend, parêzer, siyasetmedar bi awayekî neheq tên destgîrkirin. Li girtîgehan girtiyên nexweş bi zanabûn terkî mirinê tên kirin.”
Gunduzalp got, “Zilm û neheqî îro jî bêyî ders ji rabirdûyê bê girtin berdewam dike. Mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e. Dewlet; çawa ku mafê jiyanê naperêze, li Roboskê jî di nava mekanîzmayên ku mafê jiyanê ji holê radike de cih girtiye û kujer nedarizandiye.”
Gunduzalp anî ziman ku ji bo Komkujiya Roboskê bînin rojevê ew ê hevdîtinên xwe bidomînin, bi bîr bînin, biqîrin û bibêjin, "Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin" û got, "Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Rêya Aştî û Edaletê ya li van xakan teqez û pêşî wê di Roboskiyê re derbas bibe. Heya berpirsên Roboskê neyên darizandin, mirov nikare behsa helal û edaletê bike. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û em ê nedin ji bîr kirin. "