Namzedê Partiya Çepên Kesk Cemal çû serdana rojnameya Yenî Yaşamê
Namzedê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Hasan Cemal, piştî Midûrê Karê Nivîsê di operasyonên qirkirina siyasî de hat destgîrkirin, çû serdana rojnameya Yenî Yaşamê.
Namzedê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Hasan Cemal, piştî Midûrê Karê Nivîsê di operasyonên qirkirina siyasî de hat destgîrkirin, çû serdana rojnameya Yenî Yaşamê.
Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Herêma Duduyan ê Stenbolê Hasan Cemal, çû serdana rojnameya Yenî Yaşamê ku Midûrê Karê Nivîsê yê wê îro hat destgîrkirin.
Gelek xebatkarên rojnameyê Cemal pêşwazî kir. Di serdanê de bertek hat nîşandan ku çima li 21 bajaran siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan jî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.
Cemal anî ziman ku siyasetmedar ji ber ku siyasetê dikin, rojnamevan ji ber çêkirina nûçeyan, parêzer jî ji ber ku wê bikarin parastina hilbijartinê bikin, hatine destgîrkirin û ev bertek nîşan dan: “Ger ku wiha dewam bike, ev tê wê wateyê ku dixwaze ewlehiya hilbijartinê tune bike. Li dijî wê mirov dikare çi bike? Divê mirov derkeve kuçe û kolanan û biqîre, behs bike. Herî pir bi ser HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de tê. Çimkî dizane ya diyarker ew e. Ketiye hewila ku wê çawa ber lê bigire û bandora wê çawa kêm bike.“