ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok: Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê heta niha bi her awayî êrîşî gelê Kurd kir, lê belê ew jî zanin ku ne mumkun e ku gerîla û gelê Kurd tune bikin. Me dawî li desthilatdariya 20 salan a AKP'ê anîn.
- Şaredarê berê yê Xinisê Hasan Basrî Firat destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo gelê Kurd serdemeke dîrokî ye û got, ji bo hesab ji desthilatdariya faşîst bê xwestin û diyarkirina paşeroja gelê Kurd, firsendeke dîrokî ye.
- Hevserokê Egîtîm-Senê yê Colemêrgê Mûrat Balikesî anî ziman ku divê her kes teqez biçin dengdanê, îradeya xwe nîşan bidin û got, "Nebêje dengê min tiştek nîne; bi dengê te her tişt dibe."
- Berdevkê Demkî yê TMMOB'ê yê Wanê û Endamê ÎKK Mîhaîl Atik destnîşan kir ku ew ê dengê xwe li gorî pîvanan bidin û got, "Feraseta ku bi rengekî zanistî, azadîparêz û demokratîk nêzîk dibe, tercîha me ye."