‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘

Tora Piştevaniyê ya Mafparêzan, ji bo berdana kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, bang kir, got: “Mafparêz, tu car serî li ber zextan natewînin.“

Tora Piştevaniyê ya Mafparêzan, li ser operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amed, daxuyaniyeke nivîskî da.

‘MAFÊ PARASTINÊ HAT ASTENGKIRIN’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bêyî kirina bi şertên di zagonan de tên peşbînîkirin, lêgerîna di mal û ofîsan de, dayîna biryara veşarîbûyîna li ser dosyeyê û sînordarkirina hevdîtina parêzeran bi bi şev û rojekê, ne hiqûqî ye, mafê wergirtina alîkariyê û parastinê ya kesên bi vî awayî hatine destgîrkirin, hatine astengkirin.

OPERASYONA BI ARMANCA SIYASÎ

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon destwerdanek e li hilbijartinên adilane û demokratîk û ewlehiya hilbijartinan, nabe ku mirov qebûl bike. Armanckirina hiqûqnasên wê li dijî kirinên li deryasayî û binpêkariyan di hilbijartinan de têbikoşin, kedkarên çapemeniyê ku wê rastiyê derbixin holê û hemû derdorên mixelefên desthilata siyasî û desttêwerdan, ne birasthatinî ne. Ji daxuyaniya Wezîrê Karê Navxweyî ya li ser vê mijarê, sedemên polîtîk ên operasyonê diyar dibin.

BANGA JI BO BERDANA DESTGÎRKIRIYAN

Em ÎHSDA, sûcbarkirina mafparêziyê bi awayekê li dijî zagon û rêgezên gerdûnî, bi tu awayî qebûl nakin, bila mafparêzên hatine destgîrkirin demildest bên berdan. Mafparêz wê tu car ser li ber van zextan xwar nekin û dev ji têkoşîna li dijî binpêkariyan bernedin.“