Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê Îmraliyê dan.

Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku ew jî di Îmraliyê de girtî ne, serî him li dozgeriyê û him jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 21’ê Adara 2021’an û heta niha ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin.