Hejmara Nîsanê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin

Hejmara 496'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Bi mirovê azad, dema afirandina jiyana azad e" hate weşandin.

Di hejmara Nîsanê ya rojnameya Serxwebûnê de mijarên; hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, tifaqa AKP'ê ya bi Huda Parê re ku bi navê Hîzbûl Kontra tê naskirin, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komunên ku bingeha Modernîteya Demokratîk e, hevdîtinên Erebistana Siûdî û Îranê û jiyana Ocalan a li Îmraliyê hatin nirxandin.

Rojnameyê cih da nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê "Girêdana li Tehtên Îmraliyê."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û got, "Di vê hilbijartinê de eger ev desthilatdariya faşîst bi ser bikeve wê polîtîkayên wê yên qirker faşîst rewa bibe. Ev rejîma faşîst wê êdî rewa û mayinde bibe. Wê bike ku civak bi xwînê verişe. MHP wê van polîtîkayên qirkirinê hîn bi giranî bimeşîne. Lewma divê ev rejîma faşîst di vê hilbijartinê de bi ser nekeve. Lê belê desthilatdtariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo qezençkirinê her tiştî dike. Tenê şer û êrîşên qirkirinê yên topyekûn di destê wê de maye. Li her derê vê yekê dimeşîne. Hêviyê ji şer dike. Rezerveke xwe ya din nemaye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî got, "Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê dibe ku rewşeke nû pêk were. Dibe ku pêvajoyeke nû ya siyasî bikeve rojevê. Ev hemû gengaz in. Divê em ji vê re amade bin. Divê em hemûyan binirxînin. Tiştekî bi tenê naguhere. Ew jî têkoşîna demokrasî û azadiyê naqede, nasekine û em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê rêxistiniya xwe ji hev belav nekin. Her pêşketin û destketî wê pêşketineke hîn mezin, nû û bi wate biafirîne, wê derfetan ji bo têkoşîneke xurtir bi xwe re bîne."

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK'ê Pîro Dersim jî bi sernavê "Tifaqa AKP-MHP Hîzbûl Kontra Tifaqeke Qirkirinê ye" tifaqa rejîma Erdogan nirxand.

Ji Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn jî bi sernavê "Komun bingeha modernîteya demokratîk e" rêxistiniya tevna komunên xweser vegot.

Her wiha nivîsa Ronî Serdem a li ser bandora lihevkirina Îran û Siûdî, daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan a li ser qetilkirina Mahîr Çayan û 9 hevalên wî di 30'ê Adarê de li Kizildereyê, bîranîna Dijwar Norşîn û Şehîd Mazlûm Dûran (Xebat Basret) di hejmara vê carê ya rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin.