Li Stenbolê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk zêde dibe

Ji hilbijartinan re ji du hefteyan kêmtir dem ma. Li Stenbolê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk zêde dibe.

Ji hilbijartinên girîng ên 14ê Gulanê re çend roj mane, eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê roj bi roj zêde dibe. roj. Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de coş û pankartên Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bala kesên beşdarî pîrozbahiyê bûne kişand.

Me ji ciwanan pirsî ka çima Partiya Çepên Kesk hilbijartine…

JI BO AZADIYA JINAN

Rûken Mîrzaoglû destnîşan kir ku ew di nava Meclîsa Ciwanên Partiya Çepên Kesk de têdikoşe û got “Ez dixwazim bi vî rengî têkevim mijarê, jinên me hatin qetilkirin. Zarok jî wisa ne. Gelek jin niha rastî şîdetê tên û hevjînên wan wan mecbûrî kar dikin. Yê ku wê pêşiya vî tiştî bigire Partiya Çepên Kesk e. Em jinên ciwan em dixwazin tundî û kuştinên li ser jinan bi dawî bibin. Dayik ji ber ku nikare ji zarokê xwe re nan û pêlîstokan bikire, bav jî xwe dikuje.”

CIWAN NIKARIN DEBARA XWE BIKIN

Ferdî Erkul, anî ziman ku herî zêde pirsgirêkên aborî yên ciwan hene û nikarin debare xwe bikin û got “Li Tirkiyeyê ciwan vî tiştî dibêjin, em ê bi kîjan pereyî bizewivin, em bizewicin em ê debara xwe çawa bikin. Partiya Çepên Kesk,bi salan e ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Li dijî kapîtalîzm û faşîzmê têdikoşe, Partiya Çepên Kesk partiya her kesî ye, aştî û biratiyê dixwaze.”

‘DIVÊ HEMÛ KARKER DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK’

Ji Tevgera Yekitiya Karkeran Alî Haydar Keleş jî diyar kir ku divê kedkar dengên xwe bidin namzetên Partiya Çepên Kesk û got, “Em bang li hemû kedkaran dikin ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetên Partiya Çepên Kesk. Rojnameger û siyasetmedar hatin girtin, herî dawî jî li dijî ESP'ê operasyon hat lidarxistin. Rojnamegerên ku wê Partiya Çepên Kesk bişopînin, parêzerên ku wê ewlehiya sindoqan bişopînin û endamên ESP’ê hatin girtin, lê divê bizanibin em ê bi ser bikevin.”