Li Stenbolê bi deh hezaran kes ber bi Maltepeyê ve dimeşin
Li Stenbolê di 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de bi deh hezaran kes bi dirûşma "AKP’ê wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin" ber bi Qada Maltepeyê ve meşiyan.
Li Stenbolê di 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de bi deh hezaran kes bi dirûşma "AKP’ê wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin" ber bi Qada Maltepeyê ve meşiyan.
Çalakiya 1’ê Gulanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Sendîkaya Hekîmên Diranan (TDB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi dirûşma "Ked ê me ye, paşeroj a me ye" hat organîzekirin. Lê di rojeva çalakiyên 1'ê Gulanê de hilbijartinên 14'ê Gulanê heye.
Girseya gel ber bi Qada Maltepe ya ku wê mîtîng lê bê lidarxistin ve dimeşe.
Ji saetên sibehê ve karker û kedkar li gelek deverên bajêr kom bûn û ber bi qadê ve ketin rê.
Gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgiriyê didin mîtîngê.
Beriya meşê 10 xwendevanên Partîzan bi hinceta ku pankartên Îbrahîm Kaypakkaya hilgirtine hatin destgîrkirin.
Karkerên ku li Rawestgeha Îdealtepe ya Marmarayê govend gerandin bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Zext wê me netirsîne” berz kirin.
Dayikên Aştiyê bi çarikên xwe yên spî û kincên herêmî cihê xwe di nava berxwedêran de girtin.
Tifaqa Ked û Azadiyê bi pankarta "Em ê bi hev re biguherin" cihê xwe di çalakiyê de girtin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) piştî ku bi pankarta"Li dijî faşîzmê serî hildin” derbasî meşê bûn, Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê pankarta, "Em ji xaniyên axê tên ku qesrê hilweşînin" û "Di sosyalîzmê de îsrar û di mirovbûnê de israr e” vekirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pankarta "Bi ruhê Newrozê li dijî şer, tecrîd û îstîsmarê ber bi 1’ê Gulanê", Hêzên Yekbûyî yên Têkoşînê (BMG) pankarta "Şoreş tekane rêya li dijî birçîbûn, faşîzm û dagirkeriyê ye", Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) jî pankarta “Sîstema kapîtalîst di bin kavilan de maye, di paşerojê de em hene” hildan.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku bi çarikên xwe yên spî û cil û bergên herêmî balê dikişand ligel Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li ber pankarta Partiya Çepên Kesk li pêşiya korteje cih girtin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî ku di 25'ê Nîsanê de bû hedefa êrîşên destgîrkirin û girtinê, bi pankartên "Bila hevrêyên me yên girtî serbest bên berdan" û "Parêzger nayê bêdengkirin, OHD’ê nayê bêdengkirin" bertek nîşan da.
Faaîlyeta Xwendekaran bi wêneyên Denîz Poyraz, Kemal Kurkut û Tahîr Elçî yên hatin qetilkirin daketin qadan.