Li Edîrneyê êrîşê standa Partiya Çepên Kesk hat kirin
Li ser Rêya Saraçlar, êrîşê standa Partiya Çepên Kesk hat kirin, namzedê parlamenteriyê Serdal Zimba jî di nav de 3 kes birîndar bûn.
Li ser Rêya Saraçlar, êrîşê standa Partiya Çepên Kesk hat kirin, namzedê parlamenteriyê Serdal Zimba jî di nav de 3 kes birîndar bûn.
Partiya Çepên Kesk li xebatên xwe yên ji bo hilbijartinan dewam dike. Li çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê, desthilata AKP-MHP’ê dike armanc û nijadperest jî êrîşan dikin. Êrîşek jê jî li ser Rêya Saraçlar a Edîrneyê li dijî standa Partiya Çepên Kesk hat kirin.
MILÊN DU PARTILIYAN ŞIKEST
Komekê êrîş bir ser standê, milê namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edîrneyê Serdal Zimba û Sara Ay şikest, endamekê partiyê jî birîndar bû.
Hat zanîn ku ji êrîşkaran 5 jê hatine destgîrkirin. Partiyî, piştî kontrola ji bo tenduristiyê, birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Edîrneyê.
‘EM JI SEKINA XWE GAV JI PAŞ RE NAAVÊJIN’
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edîrneyê, di parvekirina xwe de ku li ser medyaya dîjîtal kir, wiha got: “Em li Edîrneyê ji bo hilbijartinan dixebitîn. Polîs li ber serê me bûn, lê dîsa koma faşîst êrîşê me kir. 5 kes hatine destgîrkirin. Namzedê me yê parlamenteriyê jî di nav de û milên hevaleke me ya jin a 60 salî ji du cihan ve şikestiye. Hevalên me îfade didin. Em dişopînin, em li dijî zextan ji sekina xwe gavan ji paş re naavêjin.”