1’ê Gulanê li Îzmîrê jî bi coş hate pîrozkirin
Li Îzmîrê bi hezaran kes tevlî mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bûn û diyar kirin wê 1’ê Gulanê bibe destpêkeke nû.
Li Îzmîrê bi hezaran kes tevlî mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bûn û diyar kirin wê 1’ê Gulanê bibe destpêkeke nû.
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li dar xist. Ji Lîmakê, Borsa û Qada Basmaneyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl heta Qada Gundogdûyê meş hatin lidarxistin. Di meşê de pankartên parastina kedê hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin.
Di meşên bi hezaran kes tev li bûn de bênavber dirûşmeyên “Tayîp wê biçe ev kar wê biqede”, “Kartol, pîvaz oxir be Erdogan” û “Bijî yekê Gulanê” hatin berzkirin.
Hunermend bi erbane, dahol û zirneyên xwe hatin qada mitîngê. Jinan jî bi daxwaz û nerazîbûnên xwe di meş û mitîngê de cih girtin.
Nûnerên sendîkayan û Komîteya Amadekar di mitîngê de gel silavkirin û pankarta “Bi xatirê we hûn diçin” bal kişand. Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer derket ser dikê, girse silav kir û destnîşan kir ku ew ê di demek nêz de vê pergalê biguherînin.
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari li ser navê Komîteya Amadekar daxuyaniya hevpar xwend û destnîşan kir ku mitînga îsal a 1’ê Gulanê wê bibe destpêkek nû û ew ê her dem li dijî kedkxwariyê rabin.
Sari anî ziman ku aliyên faşîzan di bin sîwana tifaqa paşverû de kom bûne û derd û kulê vê tifaqê ew e ku pirsgirêka Kurd înkar bikin û li dijî jinan, aştiyê û demokrasiyê ne. Sari destnîşan kir ku ev desthilatdar tayînkirina pergala qeyûman li ser gel rewa dibîne û wiha got: “Her wiha desthilatdarî înkarê, îxracan, bêdaletiyê, yekperestiyê, milîtarîzmê, îşkence, sepanên dijmirovî yên li girtîgehan û operasyonên qirkirina siyasî li ser me ferz dike û rewa dibîne.” Sari polîtîkayên aborî yên 20 salên dawî rexne kir û destnîşan kir ku ew ê vê desthilatdariyê bişînin û jê xelas bibin.
Mitîng bi stranên hunermend Sûavî domiya.