Li Stenbolê qirkirina siyasî ya li dijî HDK, HDP û Çepên Kesk

Li Stenbolê li hemberî endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk operasyona qirkirina siyasî hate kirin. Herî kêm 17 kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li navçeyên Başakşehîr, Esenyûrt, Arnavûtkoy û Kuçukçekmeceyê û gelek navçeyên din avêt ser gelek malan. Polîsan li malan lêgerîn pêk anîn û rêveber û endamên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes destgîr kirin.

Hinceta destgîrkirinê nehate zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li kolan Vatanê ye. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe. Her wiha hat diyarkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê ye.

Navên kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mustafa Şîşman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yunus Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gulsul, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars.