Li Dêrsimê bi hezaran kesan 1’ê Gulanê pîroz kirin

Li Dêrsimê bi hezaranan kesan ji bo 1’ê Gulanê daketin Qada Seyît Riza û cejna karkeran pîroz kirin.

Li Dêrsimê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî dibin de 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Partî û rêxistinên siyasî yên bajêr beriya pîrozbahiyê li Kolana Hunerê kom bûn. Bi hezaran karkerên ku berdilkên sendîkayan li xwe kiribûn, bi pankart û dowîzên ku peyamên 1'ê Gulanê di destên wan de ne, ber bi Qada Seyît Riza ya ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin, meşiyan.

Di meşa ku bi coş hat lidarxistin de, bi çar zimanan pankartên "Ji bo keda wekhev heqdestê wekhev", "Li dijî şer û mêtingerita kedê bijî 1'ê Gulanê", "Aştî, edalet, azadî, sosyalîzm” hatin hildan.

Di meşê de ku çepik hatin lêdan û tilîlî hatin berzkirin de dirûşmeyên "Bijî yekê Gulan" û "Wê ew roj were wê AKP hesap bide gel” hate berzkirin.  Di meşê de wêneyên pêşengên şoreşger jî hatin hildan. Esnafan jî bi çepik û sloganan piştgirî dan meşa 1’ê Gulanê.

Gel bi coşeke mezin ket qadê. Dema korteja Partiya Çepên Kesk ket hundir, çepik û tilîlî ji qadê bilind bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Berdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî kortejê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "1'ê Gulanê sor e, wê sor bimîne" hatin berzkirin. Qad zû tijî bû. Hinek kes li derveyî qadê tevlî pîrozbahiyê bûn û li ber stranên bi Kurdî govend hate gerandin.