Li Taksîmê gelek kes hatin destgîrkirin

Ji nav kesên ku xwestin biçin Taksîmê herî kêm 38 kes hatin destgîrkirin. Polîsan êşkence li rojnamevan Zeynep Kûray kirin û ew destgîr kirin.

Tevgerên şoreşger, kedkar û ciwanan ji bo xwe bigihînin Qada Taksîmê têdikoşin. Endamên Umut-Senê jî li Beşîktaşê hatin ba hev û xwestin heta Qada Taksîmê bimeşin lê polîsan pêşiya wan birîn. Endamên Umut-Senê bi sloganan polîsan protesto kirin. Polîsan êrîşî komê kirin, li vir herî kêm 12 kes destgîr kirin. Dema kesên hatine destgîrkirin bi sloganan li ber xwe dan, polîsan devê wan girt û şîddet li wan kir.

Her wiha rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin.

Komîteyên Ciwanan jî li aliyê Parka Maçkayê xwestin ber bi Parka Şaîran ve bimeşin lê li parkê polîsan şîddet li wan kir. Li vir jî herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin.

Dema rojnamevan Zeynep Kûray nûçe dişopand, ew jî hate destgîrkirin. Polîsan bi porê wê girtin û ew bi erdê re kaş kirin û piştre ew destgîr kirin.

Polîsan êrîşî Platforma Yekîtiya Têkoşînê û endamên Înşaat Îş û Enerjiyê jî kiribûn û herî kêm 6 kes destgîr kiribûn.

Hê jî li ser Qada Taksîmê helîkopter digere.