Li Mêrsîn û Edeneyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Edene û Mêrsînê, 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi coş hate pîrozkirin.
Li Edene û Mêrsînê, 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi coş hate pîrozkirin.
Li Mêrsînê 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat pîrozkirin. Nûnerên rêxistinên partiyên siyasî û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê beriya pîrozbahiyê li ber Stada Kevn a Tevfîk Sirri Gur kom bûn û heta cihê pîrozbahiyê ya li Qada Cumhuriyetê meş li dar xistin. Meş bi coş û kêfxweşiyek mezin hat lidarxistin. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Hezar silav li Îmraliyê be” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Bi hezaran kedkar û karker li Qada Cumhuriyetê tije kirin û bi hatina korteja Partiya Çepên Kesk re li qadê coş zêdetir bû. Welatiyan demek li ber stranan govend gerandin û dîmenên rengîn ketin ber objekîfên kamerayan û wênekêşan.
Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir û qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Kedkaran û karkeran soz da ku ew ê desthilata ku bûye sedema bi hezaran canê qurbaniyên mexdûrê dê têk bibin. Di mîtîngê de zext û girtina li ser rojnamevanên Kurd jî hat şermezarkirin û peyama heta welatek azad were avakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
EDENE
Sendîkayan û saziyên sivîl li Edeneyê jî li Parka Bayrakli 1’ê Gulanê pîroz kirin. Bi hezaran karker tev li şahiyê bûn. Karkeran di mîtîngê de daxwazên xwe anîn ziman û soza têkbirina desthilatê dan. Serokê GiştÎ yê Turk-Îşê Ergun Atalay di mîtîngê de axivî û xwest pirgirêkên karkeran demildest werin çareserkirin.