Li cîhanê heqê patronên mezin zêde bû, yê karkeran kêm bû
Tevgera gerdûnî ya li dijî birçîtî û xizaniyê Oxfam ragihand ku sala borî heqê reel ê patronên mezin ji sedî 9 zêde bûye û yê karkeran jî ji sedî 3 kêm bûye.
Tevgera gerdûnî ya li dijî birçîtî û xizaniyê Oxfam ragihand ku sala borî heqê reel ê patronên mezin ji sedî 9 zêde bûye û yê karkeran jî ji sedî 3 kêm bûye.
Oxfamê bi daxuyaniyekê diyar kir ku karkeran sala borî 6 rojan “belaş” xebitîn, ji ber ku heqdestê wan li gorî bihabûna jiyanê nehat zêdekirin.
Di heman demê de li Hindistan, Qraliyeta Yekgirtî, DYE û Efrîqaya Başûr heqdestê reel ê CEO’yan ji sedî 9 zêde bû. Di heman salê de heqdestê karkeran jî ji sedî 3,19 kêm bû.
Sala 2022’an bi giştî heqdestê 1 milyar karkerên li 50 welatan, 685 dolar kêm bû.
Her wiha jinên karker jî rû bi rûyê cudabûna zayendî û tacîzê tên û heqdestên xwe ji hevpîşeyên xwe yên mêr kêmtir distînin.
CEO’yê Oxfam Înternatîonal Amîtabh Behar diyar kir ku ev newekheviyên li karkeran tên kirin, ew şaş nekirine.