Xwendekar li Enqereyê li ber qirkirina siyasî rabûn
Rêxistinên Xwendekaran û xwendekarên ODTU’yê operasyonên qirkirina siyasî yên di hefteya dawî de li Amed, Enqere û Stenbolê pêk hatin, şermezar kirin.
Rêxistinên Xwendekaran û xwendekarên ODTU’yê operasyonên qirkirina siyasî yên di hefteya dawî de li Amed, Enqere û Stenbolê pêk hatin, şermezar kirin.
Rêxistina Xwendekaran a Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) û rêxistina ciwanan bertek nîşanî operasyonên ku beriya hilbijartinê bi çend rojan hatin kirin, dan.
Ji 25’ê Nîsanê û vir ve di operasyonên li Amed, Enqere û Stenbolê de bi sedan kes hatin destgîrkirin. Di nav wan de rêveberên partiyên siyasî, namzetên parlamenteriyê, sendîkavan, rojnamevan, hunermend û parêzer jî hene.
Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Çepnî, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Metîn Kilinç jî beşdarî çalakiya li kampusa zanîngehê bûn.
Xwendekara ODTU'yê Dilara Canli, operasyonên destgîrkirinê yên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Tevgera Kedkarên Yekbûyî û Ajansa Nûçeyan a Aktîf (ETHA) bi bîr xist.
Canli got, "Desthilatdarî kesên ku nikare serî bi wan bide tewandin, bi destê darazê hewl dide bêbandor bike. Lê hewldanên wan vala ye. Ev operasyonên qirkirina siyasî nîşaneya çûyîna desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Êrîşên wan ên li dijî çapemeniya azad û hiqûqnasan jî ji tirsa wan a darizandinê ye. Kesên bindest di ferqê de ne ku têkoşîn tenê bi xwedî derketina sindoqan nabe, li kolanan, kargehan û kampusan bi berxwedanê tê dayîn û dê bi vê zanebûnê têkoşîna xwe bidomînin.”