Rojnamevan Yilmaz ji ber êşkenceyê gilî kir
Rojnamevan Sedat Yilmaz, ku 29'ê Nîsanê hate destgîrkirin, ji ber ku êşkence lê hate kirin, gilî kir.
Rojnamevan Sedat Yilmaz, ku 29'ê Nîsanê hate destgîrkirin, ji ber ku êşkence lê hate kirin, gilî kir.
Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 29'ê Nîsanê de li 15 bajarên cuda serdegirtin hatibû kirin.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de li Amedê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz hatin destgîrkirin. Xwişka Sedat Yilmaz Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hate destgîrkirin û ew birin Enqereyê.
Piştî astengiya 24 saetan parêzeran karîbûn bi kesên hatin destgîrkirin re hevdîtinê bikin.
Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû diyar kirin ku dema anîn Enqereyê 15 saetan di otobusê de kelepçekirî hatin hiştin û 24 saetan birçî hatin hiştin.
Rojnamevan Yilmaz her wiha ragihand ku polîsan êşkence li wî kirin û di bin navê 'sohbet'ê de sîxurî lê ferz kirine, heqaret lê kirine.
Parêzera Yilmaz Şûle Recepoglû li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir.