Di operasyona li dijî ESP'ê de hejmara kesên destgîrkirî derket 23’an

Di operasyona li dijî ESP'ê de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nav de hejmara kesên destgîrkirî gihîşt 23'an.

Îro danê sibehê li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) operasyonek hat lidarxistin. ESP'ê têkildarî operasyonê daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir û got ku di çarçoveya du lêpirsînan de ku navenda wan Stenbol û Eskîşehîr e, polîsan li 8 bajaran avêtiye ser malan û Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz, Ciwanên SGDF'î û nazemtên Partiya Çepên Kesk Bûrcû Ayyildiz, Muslum Koyûn û Meryem Yildirim jî di nav de 23 kes hatine destgîrkirin.