ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanî wê bêne şopandin.

- Karên Hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku hilbijartin firsendeke dîrokî ye û got, "Banga min li gelan û dijberên faşîzmê ye; vê firsenda dîrokî baş bi kar bînin."

- Ji Berdevkên Înîsiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê Semra Ûzûnok têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê got, "Ji bo mafên jin, karker û kedkaran li Ewropa û Tirkiyeyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

- 14'ê Gulanê li Eyaleta Bremenê hilbijartinên parlamentê têne kirin. Namzet Cindî Tûncel bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide karên wî.

- KCDK-E'yê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da û bang li her kesî kir ku 1'ê Gulanê dengê xwe bi kar bînin û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin.