Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin, 25 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin û û 25 kes destgîr kirin.
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin û û 25 kes destgîr kirin.
Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di dema destgîrkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di roja 944’yan de jî berdewam kir. Tevî biryara “Binpêkirinê” ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) jî dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê berdewam e. Dayikên Şemiyê xwestin li qadê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di vê hefteyê de jî rastî êrîş û astengkirinên polîsan hatin.
Dayik û yên bi wan re beriya ku bên nêzî Qada Galatasarayê hatin dorpêçkirin. Dayikên ku hatine dorpêçkirin bertek nîşanî polîsan dan, rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin ku dîmen bikşînin.
25 KES HATIN DESTGÎR KIRIN
Polîsan Seroka Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, kurê Hrant Dînk Arat Dînk û Velî Saçilik jî di nav de 25 destgîr kirin.
Ev kes hatin destgîrkirin
"Zubeyde Tepe, Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kîrbayir, Îkbal Eren Yarici, Alî Ocak, Besna Tosun, Ayşe Tepe, Hasan Karakoç, Huseyîn Ocak, Alî Tosun, Gulseren Yolerî, Firat Akdenîz, Arat Dînk, Sevîl Turgut, Ûmît Efe, Coşkun Ûstercî, Velî Saçilik, Nazîm Dîkbaş, Hatîce Korkmaz, Hunkar Yurtsever, Arzu Erîş, Elçîn Dayanir, Bîlal Yildiz, Taylan Bekîn."
Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê nehat hiştin bê kirin wiha ye:
“Tevî biryara AYM’ê hevdîtinên me yên li Galatasarayê bi tundiya polîsan hêj jî tên astengkirin. ‘Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, biryara AYM’ê ya wan eleqedar dike pêk naînin. 4 hefte ne, bêyî hincetek were nîşandan, tiştek bê gotin daxuyaniya me ya Galatasarayê tê astengkirin, em tên destgîrkirin û ji azadiya xwe bê par dimînin. Di hefteya 944’emîn de heman bêhiqûqî berdewam kir. 25 malbatên windakiriyan û parazvanên mafan hatin destgîrkirin. Vê carê jî bi darê zorê nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin.
Biryarên AYM’ê teqez in. Hemû meqam û îdareya dewletê eleqedar dikin. Ji ber vê yekê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) AYM’ê weke rêya hiqûqa navîn a bi bandor qebûl dike. Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê li gorî biryara AYM’ê tevnagerin û AYM’ê red dikin ku mekanîzmayeke bi bandor a dadgeriyê ye.
Em di hefteya xwe ya 944’emîn de careke din bi bîr dixin: Hemû aktorên ku hêza cemaweriyê bikartînin, neçarin li gorî biryarên teqez ên AYM’ê tevbigerin. Guman nîne ku ev rewş berpirsyariyên cezayî, îdarî û hiqûqî ji bo kesên bûne sedema îxlalkirinê derdixîne holê.
Em di hefteya 944’emîn de careke din qîr dikin: Galatasaray, cihê me yê bîrê ku hezkiriyên me yên hebûna wan tê înkarkirin di demê de qeyd dikin e. Perçeyek ji hewldana me ya ji bo veguhestina tiştên di dema bihûrî de qewimîn ji bo roja îro û pêşerojê ye. Hebûna me ya li Galatasarayê mafê me yê makeqanûnî ye. Em ê dest ji vî mafê xwe bernedin.”