Rojnamevanên destgîrkirî: Rojnamevaniyê biparêzin

Rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz ên di êrîşên qirkirina siyasî yên navend Amedê hatin destgîrkirin bi peyama, "Em pir bihêz, dilşa û biqûdret in” banga parastina rojnamevaniyê kirin.

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran gelek kes hatin destgîrkirin. Li Amedê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz hatin destgîrkirin. Her wiha Fîlîz Yilmaz, xwişka Sedat Yilmaz jî li Stenbolê hat destgîrkirin. Hat hînkirin ku xwişka wî jî anîne Enqereyê. 

Rojnamevanên destgîrkirî bi rêya parêzeran peyamek şandin. 

Dîcle Muftuoglû di peyama xwe de got: "Em peyrewên keleporeke zêdetirî 30 salan, careke din bi tepisandinê re rû bi rû ne. Hê 2 roj berê di operasyona li Amedê de 5 rojnamevan hatin girtin. Li hemberî kesên ku bi salan e dixwazin bi heman operasyonan me krîmînalîze bikin, lêgerîna me ya ji bo heqîqetê didome. Tu astengî nikarin vê rastiyê reş bikin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku li dijî van operasyonên reşkirinê, rojnamevaniyê biparêzin." 

Sedat Yilmaz jî di peyama xwe de got: "Hevpîşe û hevalên min ên hêja, ez têra xwe bihêz, dilşa û biqudret im. Ne pêkan e ku em li ber mafyayan, li ber baronên tiryakê serî bitewînin. Ya ku ez ji we dixwazim piştevanî ye. Min hevala xwe Dîcle Muftuoglûyê jî dît. Silavên wê hene. Ez, hevjîna xwe û xwişka xwe destgîrkirî ne. Ji ber vê em mecbûr man em keça xwe ya 13 salî deynin cem xizmên xwe yên li Amedê. Silav û hez."