Bertekên li dijî operasyona dîlgirtinê ya ku hikûmeta AKP-MHP'ê rojnamevan, parêzer û hunermendên Kurd girtibûn, zêde dibe. Hevserokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ev operasyon destwerdana hilbijartinê ye.
Turkdogan bal kişand ku hikûmet bi vê operasyonê hewl dide hilbijêrên Partiya Çepên Kesk bitirsîne û destnîşan kir ku ev hewldaneke pûç e. Ozturk, destnîşan kir ku ev 8 sal in gelek caran operasyon tên kirin û destnîşan kir ku di vî warî de ne pêkan e ku ev operasyon bigihêjin armancên xwe û go “Nabe ku bi carekê re ewqas rojnameger, ewqas parêzer, siyasetmedar û hunermend bên destgîrkirin. Ev pêkanînên di serdema şer de ne. Ew bi tevahî kirinên kêfî ne. Tiştekî ku ji aliyê qanûnê ve bê ravekirin nîne. Tişta li dijî vê yekê divê were kirin, ev e ku divê ev hikumet were şandin. Kesê ku bibêje ez Kurd im, bibêje ez Elewî me, bibêje ez alîgirê demokrasî û mafên mirovan im û bibêje ez demokrasiyê li vî welatî dixwazim, êdî divê vê hukûmetê bişîne. Ger komên ku hîna jî piştgiriyê didin wan hebin, divê piştgiriya xwe ji wan vekişînin."
Turkdogan bang li mûxalefetê jî kir ku bi cesaret bin û wiha got: “Muxalefeta hê jî pir tirsonek e. Binêrin, AKP bi eşkere bi Huda Parê re hevkariyê dike, Huda Parê dixe lîsteya xwe. Divê hinek ji vê wêrekiya desthilatdariyê êdî di muxalefetê de be. Ji ber vê yekê divê Tifaqa Millet hinekî wêrektir be. Heke hûn piştgiriyê nedin hêzek, tevgerek, têgihiştineke siyasî ku di rojên dijwar de li vî welatî demokrasiyê ava bike, ger hûn nebêjin neheqî ye, têgihîştina we ya ji demokrasiyê jî wê were pirsîn. Di rapora polîsan a vê operasyonê de, tu kes bi şideteke herî biçûk jî nayê sûcdarkirin. Ji ber vê yekê ez fêm nakim ji çi ditirisin? Gelo ev operasyon ji operasyona Geziyê cuda ye? Ma ji operasyona li dijî Canan Kaftancioglu cudatir e? Ji operasyona li dijî Ekrem Îmamoglû cudatir e? Na. Ev kes jî ji ber ramanên xwe rastî vê muameleyê tên. Divê mûxalefet bêtir wêrek be.”
Turkdogan, anî ziman ku Partiya Çepên Kesk wê bi xurtî ji hilbijartinê derkeve û got “Ji ber vê yekê, eger kesek dîsa hewl bide heman pêkanînan bike, wê li hemberî wan Partiya Çepên Kesk hebe. Di 14’ê Gulanê de wê guhertina desthilatdariyê çêbibe û dema em bên meclîsê teqez mekanîzmaya ku destûrê dide operasyonên bi vî rengî ji holê rakin. Em ê ji bo hemû kesan mafê azadiya derbirînê, mafê azadiya rêxistinbûnê, mafê kombûnê û mafê siyasetê mîsoger bikin.”