‘Rewşa girtiyên nexweş Çetîn û Abdo giran e’
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Neslîhan Çetîn û Gulîstan Abdo giran e.
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Neslîhan Çetîn û Gulîstan Abdo giran e.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe di hefteya 451’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê pankarta “Tedawî maf, nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Neslîhan Çetîn a li Girtîgeha Manvgata Antalyayê ya Tîpa S’yê tê ragirtin.
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da.
Çevîrmen diyar kir ku Neslîhan Çetîn 23 sal in girtî ye û di dawiya sala 2022’yan de derveyî daxwaza xew ji Girtîgeha Baybûrdê sewqî Girtîgeha Manavgatê ya Tîpa S’yê hatiye kirin û got: “Dema nû wê birine wê girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû hiştin e. Ji ber şert û mercên girtîgehê jê re giran tên, her ku diçe rewşa tenduristiya wê xerab dibe. Ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşîn lê peyda bûne. Bi salan tedawiya tîroîd a jehrî dîtiye. Bi salan tedawiya wê hatiye astengkirin û jê re gotine ‘nexweşiyek te wisa nîne’. Herî dawî di tîrmeha 2021’an de li Erziromê bezên tîroîdê bi emeliyatê hatine girtin û wê mehkûmî vexwarina dermanan kirine. Her cara wê dibin nexweşxaneyê û tînin leşker zextan lê dikin. Dema xwîn jê hatiye girtin, bi kelemçekirî hatiye girtin. Gelek nexweşînên din jî bandorê li tenduristiya Neslîhan Çetîn dikin. Divê mafê tedawiya wê dereng neyê xistin û mafê tenduristiya wê bê parastin.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 579’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiya nexweş Gulistan Abdo were berdan” vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Gulistan Abdo ya li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî tev li çalakiyê bû.
Endama ÎHD’ê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî da.
Şamîloglû da zanîn ku Abdo ji sala 1994’an ve girtî ye, ji ber ku birîna di lingê wê yê çepê de bûye nehatiye dermankirin veguheriye kangrenê û lewma hatiye jêkirin û linge protez jê re hatiye çêkirin. Şamîloglû diyar kir ku Abdo di şertên girtîgehê de gelek nexweşîn lê peyda bûne û ji ber gelek nexweşîn lê peyda bûne ew niakre jiyana xwe rojane bidomîne.
Şamîloglû da zanîn ku bi hinceta “leşker tune ye” tedawiya Abdo nehatiye kirin û divê ji lingê xwe yê astengdar were emeliyatkirin lê ji ber şertên girtîgehê nikare emeliyat bibe.
Şamîloglû nameya Abdo ku ji ÎHD’ê re şandibû xwend. Name wiha ye: “28 sal in ez bi pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê re mijûl dibim û êdî laşê min ranagire û ez pir zehmetiyê dikişînim. Min di girtîgehê de 3 salan gopal bi kar anî. Lê belê min hê dikaribû di sala 1997'an protezek çêbikim. Şert û mercên girtîgehê ji bo min pir dijwar in. Şert û mercên mîmarî û cîh ji aliyekî ve dijwar in, şert û mercên xurekan pirsgirêkek din e. Divê ez hestiyên xwe xurt bikim, lê ji aliyê din ve divê ez qelew nebim. Ev xwarinek bi baldarî hewce dike, lê ez nikarim wiya bikim. Ya girîngtir ew e ku divê proteza min bi berdewamî were guhertin. Di her guhertina protezê de hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê manewî ve pirsgirêkên min hene. Ji bo peydakirina proteza minasib an jî xwe adaptekirina wê de zehmetî çêdibin, ji ber ziravbûna çermê lingê min birîn hene û ez nikarim bi wan re rû bi rû bim. Dema muayeneya min a dawîn hat kirin, hat tespîtkirin ku di beşa lingê min a ku bi protezê re digihêje lingê min pir zirav bûye. Ragirtin zehmet e ji ber ku ew dibe sedema êşa domdar. Lê wek ku bijîjk gotiye, di van şert û mercan de ev neştergerî pir zehmet e. Ez di bin van şert û mercan de ji aliyê madî û manewî ve nikarim emeliyat bibim. Di çûn û hatina nexweşxaneyê de jî bi rojan li erdê dimînim. Ez gelek caran naçim, nikarim biçim, ji ber ku bi kelepçe û lingekî xwe şert û mercan tehemûl bikim. Ji xeynî wê nexweşiya mîdeyê min, nexweşiya gurçikan û di zik de girikek min heye. Şert û mercên girtîgehê bi her awayî min asteng dike. Ez êdî nikarim li xwe binêrim.”