Rojnamevanên ku bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe dan hatin destgîrkirin

Polîsan êrîş birin ser 6 rojnamevanên ku bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe dan.

Kedkarên Çapemeniya Azad, ji bo hevpîşeyên xwe yên ku di operasyonên Amed û Enqereyê de hatin destgîrkirin û girtin, li ber Operasya Sureyyayê ya li Kadikoya Stenbolê xwestin daxuyaniyekê bidin. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek rojnamevanên pê re ku hatin ber operayê, ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin. 

POLÎSAN ÊRIŞ BIR SER ROJNAMEVANAN: 6 ROJNAMEVAN HATIN DESTGÎRKIRIN

Piştî ku rojnamevanan dowîzên ku li ser wan “Çapemeniya azad natepise” û “Em bêdeng nemînin” bilind kirin, polîsan êriş bir ser wan. Piştî vê rojnamevanan bi yek dengî dirûşmeya “Çapemeniya Azad natepise” berz kirin. Piştî dirûşmeyan rojnamevan Pinar Gayip, Zeynep Kûray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybîr û Yadîgar Aygun hatin destgîrkirin.

Her wiha rojnamevanên ku xwestin dîmenan bigirin jî, polisan êrişî wan kir û li wan xistin. 

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulumê jî bertek nîşanî vê da û got: “Hûn nikarin denge heqîqetê bibirin.”