Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Gelek kes hatin destgîrkirin

Her ku hilbijartin nêzîk dibin, êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê jî zêde dibin. Di operasyona destgîrkirinê ya li dijî endamên ESP'ê de Hevserokê ESP'ê Şahîn Tûmûklû jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di serdegirtinên ku li 8 bajaran hatin kirin de gelek endamên ESP, SKM, ETHA û SGDF hatin destgîrkirin. Di nav kesên hatine destgîrkirin de Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tûmûklû, edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz, namzetên Partiya Çepên Kesk jî hene. 

Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt parve kir: “Me hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de gelek muwekîlên me yên ESP, SKM, ETHA û SGDF’ê di operasyona polîsan de li malên xwe hatine destgîrkirin. Di dosyayê de veşarî û astengkirina parêzeran heye.”

Di nav kesên hatine destgîrkirin de ev hene : Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Namoglû Gurbuz, endamê Meclisa Partiyê ya ESP’ê Ûgûr Ok, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Bûrcû Ayyildiz, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim, Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, rojnamevan Serdal Işik, her wiha Leyla Can, Sadrettîn Polat, Selfînaz Goçmen, Hasan Polat, Sînem Çelebî, Kalender Polat, Merve Havali, Bedran Çogaltay, Adnan Ozcan, Ebrar Uz, F. Denîz Kanpolat, Tuncay Yildirim Ozen.