Erdogan doza 'heqaretê' li zarokê 13 salî vekir

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi îdîaya ku heqaret kiriye doz li zarokekî 13 salî vekir.

Li Stenbolê giliyê zarokek 13 salî ji Navenda Ragihandaina Serokkomariyê (CÎMER) re hatiye kirin û bi îdiaya zarok “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatiye vekirin.

Dozger îdia dike ku zarok “êrişî rûmet, şeref û rêzgirtina serokkomar kiriye.”

Li gorî nûçeya BîrGunê; derbarê zarokê 13 salî yê bi navê B.C.G. de lêpirsîna “heqareta li serokkomar” bi rê ve biriye, temam kiriye û îdianame amade kiriye.

Dadgeha Zarokan a Gazîosmanpaşa jî îdianameyê qebûl kiriye û doz vekiriye.