Hevseroka DFG'ê û rojnamevan Yilmaz ên destgîrkirî anîn Enqereyê

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku sibeha 29'ê Nîsanê li Amedê hatin destgîrkirin, anîn Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 49 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 15 bajaran operasyon hat birêvebirin. Yên li bajarên cuda hatin destgîrkirin birin Enqereyê.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav destgîrkiriyan de ne. Duh serê sibehê Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevjîna xwe Selma Yilmaz li Amedê û xwişka Sedat Yilmaz, Fîlîz Yilmaz li Stenbolê hatibûn destgîrkirin. Hat hînbûn ku Muftuoglû û Sedat Yilmaz û hevjîn û xwîşka wî birine Enqereyê.

Biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Derbarê lêpirsînê de hûrgulî veşartî ne. Duh 24 saet biryara sînordarkirina hevdîtina parêzeran jî hatibû dayîn. Îro biryara sînordarkirinê bi dawî bû û parêzer ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, çûn Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.

Hat zanîn ku di heman operasyonê de Cîhan Guneş ji Fethiyeya Mûglayê, ji Rihayê Ramazan Debe, ji Sokeya Aydinê Erol Balci û Evîn Ozbek, Mahmût Dogî, Devran Ak û Cahît Kanbay ku hatibûn destgîrkirin, birine Enqereyê.