PENa Kurd, têkildarî girtin û destgîrkirinên navendên wan Amed û Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PENa Kurd di daxuyaniya xwe de bang li hemû rojnamevan û rêxistinên pîşeyî kir ku bi yek dengî li dijî van êrişan derkevin û dengê xwe bilind bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li bakurê Kurdistanê êriş û zextên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad dewam dikin û ev tişt hatin parvekirin: “Rojnamevanên li dû rastiya heqîqetê hema bêje her roj tên binçavkirin û girtin. Di 11 mehên dawî de li dijî rojnamevanan gelek caran operasyon hatin kirin. Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 144 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 48 jê hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzer hene. Rojnamevan Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok û Remzî Akkaya bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Her wiha îro dîsa di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Niha hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin û ji bo îktidara AKP-MHP’ê bi ser bikeve jî zext û êrişên xwe zêde dikin.
ROJNAMEVANÊN HATIN GIRTIN
Di 8’ê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî di nav de bi giştî 22 kes hatin destgîrkirin û di 16’ê Hezîranê de 16 rojnamevan hatin girtin. Îdianameya rojnamevanan 10 meh şûnde hate amadekirin û rûniştina yekem wê di 11’ê tîrmehê de bê dîtin. Di 29’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamevanan wê di 16’ê Gulanê de bê dîtin.
GIRTINÊN DAWÎ AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊ YÊN ÎKTÎDARÊ NE
Îktidara AKP-MHP’ê ya heyî çapemenî kiriye bin kontrola xwe û bi vê yekê re zimanekî êrişkar, cudakar û zayendperest bi kar tîne. Ev yek jî bingeha tundiya li ser jinê û civakê ava dike û dibe sedem ku jin û civak hîn zêde bên çewisandin. Ji bo qirêjî û kêmasiyên vê iktidara heyî dernekeve jî Çapemeniya Azad hedef tê girtin. Bi operasyona herî dawî ya li dijî Çapemeniya Azad, hunermed, siyasetmedar û parêzeran eşkere xuya dike ku ev di heman demê de jî amadekariya îktidara heyî ya ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê ye. Ev îktidar ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve operasyonên çavtirsandinê û çewisandinê pêk tîne. Lê belê gelê Kurd hêza xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşer digire û heta niha tu carî serî netewandiye. Wê ji niha şûnde jî serî netewîne û gavê paşde neavêje.
EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA ROJNAMEVANÊN ÇAPEMENIYA AZAD DERKEVIN
Sîstema heyî ya ku dixwaze kar, xebat û çalakiyên tên kirin krîmînalîze bike, her tim ji êrişên li ser Çapemeniya Azad re dest pê kiriye. Heta niha kîjan îktidar hatibe di destpêkê de êrişî rojnamevanan û Çapemeniya Azad kirine. Ev jî qarneyê vê sîstema heyî ya tarî derdixe holê. Bi awayekî derhiqûqî û bi îddiayên pûç û vala xebatkarên Çapemeniya Azad tên cezakirin. Rojnamevan Abdurrahman Gok ê ku li Amedê hate girtin bi wêneyê Kemal Kurt ê kişand rastiyeke mezin derxist holê. Bi wî wêneyî hat eşkerekirin ku Kemal ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Dîsa rojnamevan Bêrîtan Canozer û Safiye Alagaş bi salan e dibin dengê hemû jinên cîhanê. Her wiha Ahmet Kanbal jî tarîtiya 30 salan a li şaredariyên ku qeyûm tayînî ser wan hat kirin derxist holê. Ji ber rojnamevan rastiyê derdixin holê ji ber ku kêmasî û neheqiyên îktidara heyî derdixin holê loma jî bûn hedef. Ev sîstema heyî bi salan e di bin navê ‘endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê’ de dixwaze rojnamevanan asteng bike û dengê civakê nedin bihîstin. Herî dawî jî zagona dezenformasyonê anku zagona sansurê hat derxistin û bi vê re hat xwestin rojnamevan bên eciqandin, bêdeng bimînin û nema karê xwe bikin. Li dijî van hemû zext û zordestiyan rojnamevanan gotin, ‘Em ê karê hevalên xwe nîvco nehêlin, em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin.’ Em jî wekî PENa Kurd dibêjin em ê xwedî li ked, xebat û têkoşîna rojnamevanên Çapemeniya Azad derkevin.
BANGA JI BO DERXISTINA DENG
Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan jî divê em bi yek dengî tev bigerin, hemû rojnamevan û rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan bertekê nîşanî van girtinan bidin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî operasyonên mafê azadiya ramanê binpê dikin dengê xwe bilind bike. Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên hilbijartinê wê têkoşîna gelê Kurd dewam bike. Wê tu hêz nikaribe mafê girtina nûçeyan a civakê asteng bike. Wê tu kes nikaribe rastî, heqîqet û Çapemeniya Azad bêdeng bike."