Li 15 bajaran qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî tê de, gelek kes hatin destgîrkirin.
Di operasyona qirkirina siyasî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî tê de, gelek kes hatin destgîrkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fermana operasyoneke qirkirinê ya siyasî da. Di vê çarçoveyê de li 15 bajaran derbarê 49 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz, xwişka Sedat Yilmaz Fîlîz Yilmaz, li Fethîyeyê Cîhan Guneş, li Rihayê Ramazan Debe, li Sokeyê Erol Balci û Evîn Ozbek, Mahmût Dogî, Devran Ak û Cahît Kanbay jî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.
Hate diyarkirin kesên li 15 bajaran hatine destgîrkirin, wê bibin Enqereyê û heta 24 saetan wê parêzer nikaribin biçin hevdîtinê.