MLKP: Di 1'ê Gulanê de em dengê azadî û sosyalîzmê bilind bikin
MLKP'ê ji bo 1'ê Gulanê roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek da û bang kir ku li qadên 1'ê Gulanê dengê azadî û sosyalîzmê bi xurtî bê bilindkirin.
MLKP'ê ji bo 1'ê Gulanê roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek da û bang kir ku li qadên 1'ê Gulanê dengê azadî û sosyalîzmê bi xurtî bê bilindkirin.
MLKP'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek da û ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê banga çalakiyan kir.
Di daxuyaniyê de işaret bi faşîzm, mêtingerî, bêkarî û xizaniya ji ber desthilatdariya rejîma AKP-MHP'ê hate kirin û hate ragihandin, di demeke welê de ku artêşa sermayedar a mêtinger, faşîst a Tayyîp Erdogan Rojava, Başûrê Kurdistanê û Sûriye dagir kiriye, em dikevin 1'ê Gulana 2023'an.
Di daxuyaniya MLKP'ê de hate gotin, "Di 1'ê Gulanê de me li dora dirûşma 'Tayyîp bicehime!, Azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet' li hev kom bibin. Bêyî ku guh bidin qedexeyên rejîma şefê faşîst, di serî de li Taksîmê di 1'ê Gulanê de em dakevin qadan û îrade, deng û hêviya karker û bindestan bilind bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li qadan hemûyan em dengê azadî û sosyalîzmê, hesreta di 1'ê Gulanê de şênber bûye gur bikin."