Rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz dîl hatin girtin
Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû ku di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, dîl hatin girtin. Yilmaz got, "Pergala heramiyan piştî 10 rojan diqede, li ber hilweşînê ye."
Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû ku di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, dîl hatin girtin. Yilmaz got, "Pergala heramiyan piştî 10 rojan diqede, li ber hilweşînê ye."
Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran operasyona qirkirina siyasî hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn destgîrkirin. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav wan rojnamevanan de bûn ku hatin destgîrkirin. Fîlîz Yilmaz piştî îfadeyên li dozgeriyê hate berdan. 15 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.
Dadgeriyê derbarê rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû, Erol Balci Abdurrahîm Tanyerî û Ramazan Debe de biryara birgirtinê da. Hevjîna Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsamîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî ya îmze û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.
Rojnamevan Sedat Yilmaz li korîdora edliyeyê nerazîbûn nîşanî biryara girtinê da û wiha got: "Pergala heramiyan wê 10 roj şûn ve biqede, li ber hilweşandinê ye."