Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriay Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veyskî Aktaş serlêdaneke bi heman rengî kirin.