ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê mehê de ya li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin wiha got, "Gelekî girîng e ku Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de bi xurtî bê biserxistin, deng li dijî Tayyîp Erdogan bê bikaranîn û encameke xurt bê bidestxistin. Dirûşma vê hilbijartinê divê bi vî rengî be: Rêya Yekane Çepên Kesk e."

- Namzetê Colemêrgê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez anî ziman ku li Kurdistanê destûra bingehîn û qanûn hatine betalkirin û got, "Em ê tecrîda li Îmraliyê teqez bişikînin."

- Meleyên Kurd ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê banga piştevaniya Partiya Çepên Kesk kirin.

- Ji Kongra Star Rûken Ehmed ragihand ku ji bo pêkhatina deklarasyona Rêveberiya Xweser ew ê bi jinên Sûriyeyî re bicivin.

- Namzetên jin ên wekîltiyê yên Wanê yên Partiya Çepên Kesk li ber operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP'ê rabûn.