‘Çapemeniya Azad û rojnamevaniya jinê nayê bêdengkirin’
Komeleya Dema Jinan got, “Rojnamevanên Kurd û mûxalîf di bin zextê de ne. Çapemeniya Azad û rojnamevaniya jinan nayê bêdengkirin.”
Komeleya Dema Jinan got, “Rojnamevanên Kurd û mûxalîf di bin zextê de ne. Çapemeniya Azad û rojnamevaniya jinan nayê bêdengkirin.”
Komeleya Dema Jinan bi mebesta piştevaniya bi 12 rojnamevanên jin ên di nava 11 mehên dawî de hatine girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Tirkî hatin weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê piştevaniya xwe ya bi rojnamevanên girtî Safiye Alagaş, Bêrîtan Canozer, Oznûr Deger, Habîbe Eren, Derya Ren, Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Dîcle Muftuoglû, Elîf Ungur, Neşe Toprak û Remziye Temel re bidomînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di sala 1993'yan de bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY), 3'yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat ragihandin. Li erdnîgariya ku em lê dijîn bi taybetî rojnamevanên Kurd û muxalîf her dem bi tundiyê re rûbirû diman û dimînin. Li Tirkiyeyê di deh mehên dawî de 34 rojnamevan hatin girtin û ji van 12 jê jin bûn. Bi girtinan tê xwestin ku kiryarên pîşeyî yên rojnamevanan were astengkirin. Di demeke nêz de rojnamevanên ku li Kadikoyê ji bo rojnamevanên girtî xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê bi kotekî û zordarî hatin destgîrkirin. Rewakirina tundiyê û destgîrkirina rojnamevanên jin nîşaneya polîtîkayên pergala heyî ye ku li hember jinan tê meşandin.
Em weke parazvanên mafan, li hemberî girtin, tundî, binçavkirin, hewldana bêdengkirinê; girîngiya azadiya vegotinê dubare dikin û dibêjin ku demildest divê rojnamevan bên berdan. Çapemeniya azad û rojnamevaniya jinê ne sûc e. Em li gel wan rojnamevanan in ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin. Heta bigihêjin azadiya ku heq dikin em li gel rojnamevanan in. Em ê bi piştevaniya xwe, bi we re bin.”
Komeleyê di daxuyaniyê de bal kişand ser tundiya li ser rojnamevanan û got:"Em li gel wan rojnemevanan e ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin. Heta bigihêjin azadiya ku heq dikin em li gel rojnamevanan in. Çapemeniya Azad û rojnamevaniya jinê nayê bêdengkirin.”