Polîsan êrîşî karkerên endamên Înşaat-Îş û Dev Yapî-Îşê kirin. Li Şantiyeya Navendî ya Fînansî ya Stenbolê de mafê van karkeran ji aliyê ‘Yapi Holdîngê ve hatibû desteserkirin. Karker ji bo mafên xwe 3 roj in li ber xwe didin.
Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Kezban Konûkçû û endamên Vardiyaya 4’emîn jî piştgirî dan karkeran.
Dema karker hatin ber Konût Emlakê polîsan dora wan girtin û polîsan çapemenî ji qadê derxistin.
Polîsan piştre bi êşkenceyê karker, rêveberên sendîkayê, namzeta parlementeriyê ya Partiyên Çepên Kesk Konûkçû û endamên Vardiyaya 4’emîn destgîr kirin.