Vê carê li Rihayê operasyona qirkirina siyasî hat kirin

Nava rojê piştî Şirnex û Edeneyê, vê carê navenda wê Riha, operasyona qirkirina siyasî hat kirin û herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin.

Serê sibehê navenda wê Riha, li 7 bajaran bi ser malan de hat girtin.

Di çarçoveya operasyonekê de ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da destpêkirin, li Êlih, Mersîn, Konya, Antalya, Bedlîs û Stenbolê bi ser malan de hat girtin.

Hat ragihandin ku 11 kesên destgîrkirî wê bibin Rihayê.

Serê sibehê li Ceyhanê ku navçeya Edeneyê ye, Abdulhekîm Aslan û Ramazan Bahadir jî di nav de, gelek kes hatin destgîrkirin. Nehat zanîn ku çima hatine destgîrkirin.

Di heman saetan de, li Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê ku taxên Silopiya ya navçeya Şirnexê ne, bi ser gelek malan de hat girtin. Tiştên di malan de bi kêfî ji hev hatin belavkirin, Mehmet D., Ridvan D., Ozcan K., Ûmût O. û gelek kesên navên wan nehatin zanîn, hatin destgîrkirin.