Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew êşkence kirin
Du ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û êşkencekirin.
Du ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û êşkencekirin.
Muzîkjen Cîhan Aymaz, di 3'yê Gulanê de ji ber ku strana "Olurum Turkiyem" (Ji bo te bimirim Tirkiye) negot, rastî êrîşa nijadperest a êrişkar Mehmet Caymaz hat. Aymaz, di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar Caymaz ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin û polîsan ew bir Qereqola Rihtimê ya Kadikoyê Paşê Caymaz sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê hat kirin. Caymaz, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de got ku ji Aymaz stranek xwestine, lê Aymaz û yên li cem wî daxwaza wî red kirine. Caymaz, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin û ji dêvla bi êrîşa nijadperest bê girtin, bi îdiaya "kuştina bi qesdî" hat girtin.
Partiya Çepên Kesk, di heman rojê de li cihê ku Aymaz lê hat qetilkirin çalakiyeke protetsokirinê li dar xist. Ciwanên bi navê Aydin Koçûk û Mehmet Îkto yên tev li çalakiyê bûn, piştî çalakiyê ji aliyê polîsan ve hatin şopandin û paşê hatin destgîrkirin. Polîsan her du ciwanan birin Qereqola Rihtimê. Koçûk û Îkto li vir rastî êşkenceya polîsan û heqaretê hatin. Her du ciwan li qereqolê bi saetan hatin êşkencekirin û bi îdiaya ku "li ber polîsan rabûne" sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin. Koçûk û Îkto piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Muslum Kocaoglû, parêzerê Koçûk û Îkto, bilêv kir ku muwekîlên wî polîsên ku êşkence li wan kirine teşxîs kirine û polîsa Ercan Bûlût û Kemal Aslan wekî gumanbar daxilî dosyeyê hatine kirin.