Metîna: Rojnamevan li her qadê li ber xwe didin
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna anî ziman ku rojnamevan ji ber karê xwe kirine hatine girtin, ev yek bêhiqûqiyeke mezin e û got, "Rojnamevan li dijî vê bêhiqûqiyê li her qadê li ber xwe didin."
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna anî ziman ku rojnamevan ji ber karê xwe kirine hatine girtin, ev yek bêhiqûqiyeke mezin e û got, "Rojnamevan li dijî vê bêhiqûqiyê li her qadê li ber xwe didin."
Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna diyar kir ku armanca desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji girtina rojnamevanan ew e ku dixwaze nehêle rastî bê eşkerekirin û civakê bi temamî kontrol bikin.
Di çarçoveya lêpirsînên li hemberî karên çapemeniya azad de ku ji Amed û Enqereyê têne birêvebirin, di nava 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin. Li 21 bajaran nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan, siyasetmedar û hunermend jî di nav de gelek kes di 25'ê Nîsanê de bi serdegirtinan hatin destgîrkirin. Ji 145 kesên hatin destgîrkirin 51 kes hatin girtin.
Piştî operasyona ji Amedê vê carê jî ji Enqereyê operasyonekê destpê kir. li 15 bajaran 19 kes hatin destgîrkirin û 5 kes hatin girtin.
Berdevka MKGP'ê, edîtora nûçeyên Kurdî ya Jinnewsê û endama PEN a Kurd Roza Metîna anî ziman ku niha li Tirkiyeyê gelek rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û nivîskar girtî ne. Roza Metîna diyar kir ku rejîm li dijî demokrasiyê şer dike û ragihand ku kesên hatine girtin jî êşkence li wan tê kirin, gef li wan tê xwarin.
Roza Metîna diyar kir ku armanca desthialtdariya AKP-MHP'ê ew e ku civakê bi temamî kontrol bike û got, "Lewma mirovan digire û dixwaze bi êşkenceyê wan bitirsîne. Sedemeke din a girtina rojnamevanan ew e ku dixwazin rastî neyê eşkere kirin, gel rastiyê hîn nebe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya girtina mirovan naxwaze karên wê yên qirêj bê eşkerekirin. Lewma êrîşî çapemeniya azad dike. Desthilatdariyê beşeke mezin a çapemeniya li Tirkiyeyê xistiye bin kontrola xwe. Bi heman rengî dixwaze civakê jî kontrol bike. Lewma operasyonên qirkirina siyasî hîn jî dewam dikin. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû hate destgîrkirin. Ji Amedê heta bi Enqereyê bi kelepçekirî birin. Bi êşkence û zextê dixwazin rojnamevanan bitirsînin. Weke xebatkarên çapemeniya azad me ti carî serî netewand, ji bo rastiyê ji gelê xwe re vebêjin em ê têkoşînê dewam bikin."
ÊRÎŞ BI TAYBETÎ LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN JIN TÊ KIRIN
Roza Metîna destnîşan kir ku desthilatdarî bi taybetî ji kar û têkoşîna jinan ditirse û got, "Rojnamevanên jin berxwedanê dewam dikin. Li her derê heqaret li rojnamevanên jin tê kirin, gef li wan tê xwarin, zext li wan tê kirin. Li hemberî vê yekê jî rojnamevanên jin karê xwe dewam dikin. Dibêjin, 'Em ê pênûsa hevalên xwe yên rojnamevan li erdê nehêlin, ji bo hevalên xwe yên girtî em ê berxwedanê dewam bikin'. Di 8'ê Hezîrana derbasbûyî 22 rojnamevan hatin destgîrkirin, di 16'ê Hezîranê de 16 rojnamevan hatin girtin. Piştî 10 mehan îdîaname hate amadekirin. Her wiha 29'ê Cotmehê li Enqereyê gelek rojnamevan hatin girtin. Piştî van girtinan gelek rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, nivîskar û hunermend hatin destgîrkirin. Desthilatdarî dixwaze bi rêya van operasyonan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi ser bikeve. Bi rêya operasyonên qirkirina siyasî dixwaze lîstikên xwe yên qirêj ên di dema dengdanê de binixumîne û nehêle ku agahiya gel ji vê yekê çêbibe. Ev operasyon ne tenê ji bo hilbijartinê ye, her wihe parçeyek ji tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e."
DIVÊ PIŞTGIRÎ JI ÇAPEMENIYA AZAD RE BÊ DAYIN
Metîna diyar kir ku li gel zext û zordariyê jî rojnamevanên jin ên Kurd li ber xwe didin, wê operasyona qirkirina siyasî ya AKP'ê têk bibin û got, "Rojnamevan ji ber ku karê xwe kirin hatin girtin ku ev yek bêhiqûqiyeke mezin e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê hiqûq binpê kiriye. Hiqûqê mîna çoyekî bi kar tîne. Rojnamevan li hemberî vê bêhiqûqiyê li her qadê li ber xwe didin. Lewma berxwedana rojnamevanan gelekî girîng û hêja ye. Ji ber vê yekê divê her kes piştgiriyê bide karê çapemeniya azad. Piştgiriya ji bo rojnamevanan piştgiriya ji bo rûmet, paşeroj, ziman û jiyana xwe ye. Lewma divê her kes piştgiriyê bide rojnamevanan."