Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 2 sal zêdetir e tu agahî jê nayên girtin.
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş a bi navê Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 2'ê Gulana 2021'an de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, “Tevî hemû serlêdan û hewldanên parêzer û malbata wan jî, em ji şert û mercên jiyanê û tenduristiya Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên me yên li Îmraliyê agahî nagirin. Ev rewş me û hemû civakê nerehet dike.”