Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo protestokirina qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz, li Keştîgeha Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê.
Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û gelek kes û xizmên Cîhan Aymaz jî tev li daxuyaniyê bûn. Pankartê li ser “Em ê jiyanekê ava bikin ku li dijî êrîşên nijadperest ên li dijî zimanê zikmakî stran bi serbestî bên gotin” nivîsandî û dowîzên li ser “Em jiyaneke bêyî kuştina muzîkjenên kuçeyan dixwazin”, “Pergala we ya dikuje em ê xera bikin”, “Em hesab ji yên Cîhan Aymaz Kuşt bixwazin” nivîsandî hatin hildan. Dirûşmeyên “Em ê hesabê Cîhan bixwazin”’, “Bijî xwişkahî û biratiya gelan”, “Li dijî faşîzmê di milên hev de” û “Azadî ji bo huner û hunermendan” hatin berzkirin.
‘EM Ê HIŞMENDIYA FAŞÎST TÊK BIBIN’
Hevserokê Giştî yê Partiya Çepên Kesk ê Kadikoyê Koray Turkan got ku Cîhan Aymaz ji ber hişmendiya yekperest hatiye qetilkirin û destnîşan kir ku Kurd 40 sal in li dijî vê hişmendiyê têdikoşin û wiha axivî: “Cîhan, muzîkjenekê kuçeyan bû. Li Kadikoyê her kes ew nas dikir, stranên Kurdî digotin. Cîhan serî dananî, em jî serî danaynin. Em ê vê hişmendiya yekperest û faşîst têk bibin û hesabê qetlîaman yek bi yek bixwazin.”
‘EM VÊ HOVÎTIYÊ ŞERMEZAR DIKIN’
Ozlem Ozdemîr, li ser navê Tifaqa Ked û Azadiyê daxuyanî xwend. Ozdemîr ku qetilkirina şermezar kir, got: “Li gor yên ku dîtiye, da zanîn, kesê bi navê Mehmet Caymaz ku xwe nêzê Cîhan kiriye, jê xwestiye ku strana ‘Bimirim Tirkiyeya min’ bibêje. Cîhan Yilmaz ku gotina stranê red kiriye, kêr di dilê Cîhan re rakiriye û bûye sedem ku jiyana xwe ji dest bide. Em vê hovîtiyê şermezar dikin.”
Piştî daxuyaniyê, bi berzkirina dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê di mil bi mil”, “Bijî xwişkahî û biratiya gelan” heta bi cihê Aymaz hatiye qetilkirin, meş hat kirin û strana “Rinda min” ku Aymaz jê hez dikir, hat gotin.
‘EM DEV JI VÊ MESELEYÊ BERNADIN’
Pismamê Aymaz Mehmet Gunhan jî wiha got: ”Ji bo nanê xwe, me xwe li metropolan girtiye. Lê em dibînin ku em ciwanên xwe ji dest didin. Ya ji aliyê pergalê ve tên qetilkirin ya jî gava dixebitin jiyana xwe ji dest didin. Em edaletê dixwazin.”
‘HÊZÊN PARLAMENTER EW QETIL KIR’
Xalê Aymaz Îbrahîm Rifatoglû jî ev gotin kirin: “Em malbat wiha difikirin. Ji ber nasname û zimanê xwe Cîhan ji aliyê hêzên paramîlîter ve hat qetilkirin. Polîs xwest gotina Rifatoglû bibire. Girse, bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanê polîsan da.”
Xal Bayram Gunhan jî wiha got: “Êşa me pir e. Mixabin em li vî welatî yek bi yek tên kuştin. Em ê heyfa Cîhan hilînin. Em dev ji vê meseleyê bernadin.”
Piştî axavtinan bi deqeyekê rêz ji bo Aymaz hat girtin. Bi pişt re li cihê hatiye qetilkirin, qurnefîl hatin danîn.