Nijadperestê ku muzîsyenê Kurd qetil kir, hate girtin
Nijadperest Mehmet Caymaz ku muzîsyenê Kurd Cîhan Aymaz ji ber ku strana 'Olurum Turkiyem' negot li Stenbolê qetil kir, bi sûcdariya 'bi zanebûn mirov kuştiye' hate girtin.
Nijadperest Mehmet Caymaz ku muzîsyenê Kurd Cîhan Aymaz ji ber ku strana 'Olurum Turkiyem' negot li Stenbolê qetil kir, bi sûcdariya 'bi zanebûn mirov kuştiye' hate girtin.
Cîhan Aymaz li Kadikoy a Stenbolê li kolanê muzîsyenî dikir, lê belê êvara 2'ê Gulanê êrîşeke çekdarî lê hate kirin.
Nijadperest Mehmet Caymaz jê xwest ku strana 'Olurum Turkiyem (Ji bo te dimirim Tirkiyeya min)' bibêje. Aymaz ev daxwaz red kir. Nijadperest Mehmet Caymaz jî bi kêrê ew qetil kir.
Nijadperest Mehmet Caymaz ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.
Caymaz birin Edliyeya Anadolû ya li Kartalê û li dozgeriyê li xwe mikur hat ku wî ji Aymaz xwestiye stranê bibêje, lê Aymaz û yên li gel wî ev daxwaz red kirine.
Caymaz piştre sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hat kirin û bi sûcdariya 'kuştina bi zanebûn' hate girtin.